Wezareta Navxweyî, bi mijara "Sînordarkirina Derketina derve ya kesên bin 18 salî û ser 65 salî re" ji bo Walîtiyên 81 wîlayetan giştname şand.
Li gorî giştnameyê ji welatiyên 65 salî û mezintir yên xwedî kargeh, esnaf, bazirgan, xwedanên pîşeyên serbest û yên xebatkar dê ji sînordarkirina derketina derve muaf bin.
Herwiha zarok û ciwanên sînordarkirî dê bikaribin di çavdêriya weliyên xwe de biçin ba mezinên malbatê, kreş û cihên dayingehên zarokan.
Di giştnameyê de hat gotin ku welatiyên 65 salî û mezintir 31ê gulanê roja yekşembê saet di navbera 14.00-20.00 de, zarokên temen di navbera 0-18 salî de jî 3yê hezîranê roja Çarşembê û 5ê hezîranê roja îniyê saet di navbera 14.00-20.00an de bi merca çûna mesafeya nêzîk û pabendiya rênimayan dikarin derkevin derve.
Di giştnameyê de tekezî li wê yekê hat kirin ku êdî sînordarkirina ciwanên temen 18 heta 20 salî jî hat rakirin.AA