Zarokê ku winda bibû hat dîtin

Erdoğan Somarlarê ku dema qirş û qal kom dikirin winda bûbû hat dîtin

Zarokê ku winda bibû hat dîtin

Li Dîgora Qersê, Erdoğan Somarlarê ku bi apê xwe re ji bo berhevkırına qirş û qalan çûbû çiyê û winda bûbû. Pıştî lêgerîna 4 seatan zarokên 6 salî hat dîtin.

Mixabin di demên dawî de gelek xeberên windabûna zarokan tên. Hêj ku tevahiya welêt li ser bûyera Sedanurê diaxive û pê xemgîn e, xebereke din ji Qersê hat.

Li Dîgora Qersê jî xebera windabûna zarokekî 6 salî hat ku hemû kes ket nav tirs û xofê. Erdoğan Somarlarê ku ji bo komkirina qirş û qalan bi apê xwe re çûbû çiyê, berze bû.

Malbatê demildest xeber da têmên lêgerînê; AFAD, UMKE Û Cendermeyê.

Piştî lêgerîna 4 seatan zarokê 6 salî hat dîtin, dilê malbat û hemû Tirkiyê rehet bû.

Dîroka nûkirinê: 23 îlon 2018, 17:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE