Zarokê nexweş bi firokeyê rakirin nexweşxaneyê

Li Çunguşa navçeya Diyarbekirê tîmên tenduristiyê 2 zarokên nexweş bi firoke û ambûlansa bipalêt rakirin nexweşxaneyê. 

Zarokê nexweş bi firokeyê rakirin nexweşxaneyê

Li Çunguşa navçeya Diyarbekirê tîmên tenduristiyê 2 zarokên nexweş bi firoke û ambûlansa bipalêt rakirin nexweşxaneyê. 

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr hat dayîn, li Çunguşa navçeya Diyarbekirê ji ber barîna berfê rêya hin taxan hat girtin.

Li taxa Akbaşê zarokekî 10 salî ji ber zêdebûna agir nexweş ket. Li ser vê malbatê cab da tîmên tenduristiyê û ambûlans xwest.

Piştî vê daxwazê dîsa ji heman taxê îxbareke din jî hat dayîn ku zarokekî 4 salî yên din jî nexweş ketiye. 

Li ser vê Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr dest bi xebatê kir.

Midûriyeta bajêr ewil ji ber rêyên girtî ji Midûriyeta Herêma 9emîn a Rêbejê û ji Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ji bo vekirina rê alîkarî xwest. 

Midûriyetê di pevajoyê da ji bo zarokan ambûlanseke bipalet û firokeyek şand û demildest rewşa nexweşan jî şopand. Di daxuyaniya midûriyetê da wiha hat gotin:

"Firokeya me ewil zarokê ku agirê wî derketibû 39,9 pileyê hilda û zarok rakirin Nexweşxaneya Zarok û Jinan a Diyarbekirê. Ji aliyê din va zarokê ku agirê wî derketibû 38 pileyê û nedixwest siwarî firokeyê bibe, tîmên me midaxeleya ewil li cih kirin û piştra jî zarokê nexweş bi ambûlansa bipalet sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Çunguşê kirin."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE