Berf, baran û qeşa… Li herêmê hewa her ku diçe sartir dibe. Şaredariya Şêxana girêdayî Qilêbana Şirnexê jî ji bo xwendekar necemidin ji wan re mont û şekal kirîn..
Bi zarokan re him sohbet kir him jî alîkariya wan kir.
Şaredarê Bajaroka Şêxanê ya girêdayî Qilêbana Şirnexê Cehver Benek, ji 460 zarokî re cilên zivistanê û pêlav kirîn.
Şaredar Benek got: “Bila tu zarok di zivistanê de neqifile, bila rûyê wan bikene.”
Xwendekaran mont û şekalên xwe li xwe kirin û gelek kêfxweş bûn.