Zarokê xwendin û nivîsandinê di 4 saliya xwe da hîn bû, 8 salî jî navê xwe li dinyayê da bihîstin

"Ez Martha Argerich û Lang Langê ji xwe ra mînak digirim. Ez dixwazim wek wan li dinyayê bibim pîyanîstekî navdar. Xeyala vê jî pir xweşa min diçe."

Zarokê xwendin û nivîsandinê di 4 saliya xwe da hîn bû, 8 salî jî navê xwe li dinyayê da bihîstin

Hamît Erdem Ozpolatê hê di 2 saliya xwe da hînê xwendin û nivîsandinê bû û piştî ku dest bi qursa piyanoyê kir di gelek pêşbirkên navneteweyî da serkeftinên mezin bi dest xist.

Ozpolatê 8 salî li Gazîentabê dijî û xwendekarê pola 3yemîn e û ji 6 saliya xwe vir va piyanoyê dixe.

Hamît Ozpolat di nav 2 salan da beşdarî gelek pêşbirkên navneteweyî bûye û gelek serkeftî bûye.

Ozpolat di pêşbirka Musîcal Fîreworks In Badenê ya li Almanyayê, pêşbirka Sempre Musicê ya li Newyorkê, pêşbirka Harmony of Talentsê ya li Ukraynayê, pêşbirka South Florîda Internatînol Pîano Competîtîonê ya li Amerîkayê, pêşbirka Golden Talentsê ya li Îspanyayê da bûye yekemîn. Di pêşbirka Stars at Tenerifeyê ya li Îspanyayê da jî bûye sêyemîn. Herî dawîn di pêşbirka International Mozart Competition ya li Gurcistanê da jî Ozpolat xelata "şîrovekirina herî baş a berhema Mozart" hildaye.

Ozpolat ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew diçe Navenda Zanist û Hunerê û wiha axivî: "Ez Martha Argerich û Lang Langê ji xwe ra mînak digirim. Ez dixwazim wek wan li dinyayê bibim pîyanîstekî navdar. Xeyala vê jî pir xweşa min diçe."

"Xwedê qabiliyeteke pir cuda daye wî"

Hîndekara Piyanoyê Renata Popovych Çavdarê jî got Hemît zarokekî xwedî qabiliyeteke baş e û ew 2 sal e bi hev ra ne.

Çavdarê got li gor hevtayên xwe Hamît xwedî qabiliyeteke pir cuda ye û wiha axivî: "Hamît tenê piyanoyê lê naxe, di heman demê da Xwedê qabiliyeteke pir cuda dayê. Xwedê guhên absolut danê. Di kêm merivan da ev guh hene. Mesela her notayê dibihîze. Bi vî taybetiya xwe noteyan nas dike û bi noteyên din ra tevlihev nake. Divê em vê taybetiyê pir baş binirxînin. Weke mamosteyekê di min da taybetiyeke wiha tuneye."

 Malbat kelecanî ye

Kîraz Kubra Ozpolata dayik jî got ku kurê wê ji piçûktiya xwe pê va meraqdar e û dixwaze tiştan hîn bibe û wiha dewam kir:

"Hamît di 4 saliya xwe da bixwe bixwe xwendin û nivîsandin hîn bû. Weke qabiliyeta wî ya ser piyanoyê bêyî ku alîkariya merivan hilde xwendin û nivîsandin hîn bû. Ev ji bo me bûbû surprîzekê. Wexta ku hatibû dewra destpêkirina dibistanê, dikaribû bixwanda, binivîsanda û dikaribû hin kirariyên sereke yên matematîkê çêkira. Ji ber vê yekê me got wê li dibistanê bêhntengî be. Ji bo wê jî me berê wî dabû piyanoyê ku pê ra mijûl bibe. Piştî perwerdeyeke demkurt ji me ra gotin ku guhê wî ji bo bihîstinê pir baş e û pêvajoyên wî yên pêşbaziyan dest pê kir."

Ozpolatê daxuyand, dema ew kurê xwe di pêşbaziyan da dibîne, pir kelecanî dibe û wiha dewam kir:

"Dema em beşdarî pêşbaziyan dibin, em pir kelecanî ne, bi rastî piştî pêşbaziyan em li benda serkeftinê dimînin, ew kelecana me zêdetir dike. Piştî ku encam kifş dibin jî li malê şahî çêdibe. Em bi Hamît serbilind dibin. Di malbata me da kes bi muzîkê ra mijûl nabe. Weke hobî be jî kes di malbata me da tu enstumanê najene. Ji ber vê yekê Hamît seba malbata me bû kesekî tekane."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE