Li Îdila (Hezex) navçeya Şirnexê zarokekî 12 salî ji ser zinaran ket xwarê û mir.
Li gor agahiya ku hat hildan, Muhameed Onan li gundê Ocakliyê bi kurapê xwe ra serê sibehê çûn ber heywanan. Bizinên wî derketin ser zinaran û ew jî derket ku bizinên xwe bîne, lê teisî û ji ser zinaran ket xwarê û giran birîndar bû.
Kurapê wî cab da gundiyan û cendirme û ambulans hatin cihê bûyerê û Onan rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê.
Li nexweşxaneyê digel hemû midaxaleyan Onan xelas nebû û mir.
AA