Zarokên paleyê findiqan dest bi dersê kirin

Li alî Behra Reş ji bo ku zarokên dê û bavê wan di karê berhevkirina findiqan da dixebitin mexdûr nebin ji hêla mamosteyan va tên perwerdekirin.

Zarokên paleyê findiqan dest bi dersê kirin

Li alî Behra Reş ji bo paleyiya findiqan gelek malbat hatine û di dema ew ê bixebitin da ji bo ku zarokên wan mexdûr nebin proje hat amadekirin.

Projeya bi navê "Bila zarok di karê berhevkirina findiqan da nexebitin" hat amadekirin.

Paleyên demsalî yên hatin bajêr demek berê bi destê Walîtiya Orduyê va li konbajarên navçeyên Unye, Fatsa, Perşembe û Taxa Saraycik a ser navçeya Altinorduyê hatin bicihkirin.

Wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî bi şirîkatiya Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî va ji bo ku li Tirkiyeyê di qada berhevkirina findiqan da rê li ber paleyiya zarokan bigire projeyek kirin rewacê û ji bo perwerdehiya zarokan hewl hat dayîn.

Di çarçoveya vê projeyê da ji bo ku rê li pêşiya zarokên paletî dikirin bê girtin bernameya perwerdeyê hat amadekirin.

Proje bi şirîkatiya Walîtî û Şaredariya Bajarê Mezin va tê birêvebirin û mamosteyên di vê çarçoveyê da hatine wezîfedarkirin dema ku malbat diçin kar perwerdehiyê didin zarokan û ji bo zarok aciz nebin jî tevlî wan kar û xebatên curbecur dikin.

Bi qasî 500 zarok ji vê projeyê îstifade dikin û dema malbata wan li paletiyê ne ew jî dersên ji hev cihê dibînin.

Perwerdehiya zarokan heta hefteya ewil a meha îlonê wê dewam bike.

 

 

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Tebax 2018, 16:19
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE