Zarokên ji Daxlicayê bi eskeran ra lîstin

Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê hin xwendekarên xwendingeha gundekî di çarçoveya projeya "Navenda Ciwaniyê ya Mobîl" da li pîsta firokeyan a li Tabura Hidûd a Daxlicayê bi eskeran ra spor kirin û lîstin

Zarokên ji Daxlicayê bi eskeran ra lîstin

Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê hin xwendekarên xwendingeha gundekî di çarçoveya projeya "Navenda Ciwaniyê ya Mobîl" da li pîsta firokeyan a li Tabura Hidûd a Daxlicayê bi eskeran ra spor kirin û lîstin.

Di çarçoveya projeya "Navenda Ciwaniyê ya Mobîl" a Navenda Ciwaniyê ya Yuksekovayê bi piştgiriya "Bernameya Piştgiriya Projeyên Ciwaniyê" va dimeşîne da xwendekar beşdarî çalakiyên sportîf ên cur bi cur dibin.

Armanca projeyê ew e ku kêmzêde 5 hezar xwendekarên li gund û bajarokan ên nikarin ji çalakiyên civakî îstifade nakin bi wesayîta mobîl va bigihîjin van xizmetan.

Wezifedarên Navenda Ciwaniyê ya Yuksekovayê çûn gundê Daxlicayê yê 55 kîlomêtre li dûrî navendê ye û bi xwendekarên dibistana seretayî û navîn ra hatin ba hev.

Ji ber ku hewşa xwendingehê tune wezifedaran zarok birin pîsta firokeyan a Tabura Hidûd a Daxlicayê û çalakiya xwe li dar xistin.

Li vê derê bi beşdariya 25 xwendekar û eskeran va kişik, golf, voleybol, boks, langirt, dart, tîrkevanî û matrak hatin lîstin.

Wezifedarên navendê di çalakiyê da solên sporê, taximên kişikê û amûrên sporê li 25 xwendekaran belav kirin. Eskeran jî tişt îkramî xwendekaran kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE