Zarokên ku di gola bendavê da winda bûn cesedê wan hat dîtin

Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê cesedê 3 zarokên ku di gola Bendava Dîlîmliyê da winda bûn, hatin dîtin

Zarokên ku di gola bendavê da winda bûn cesedê wan hat dîtin

Li Yuksekovaya navçeya Hekaricesedê 3 zarokên ku di gola bendavê da winda bûn, hatin dîtin.

Mesut Buyuksu, Olcay û Orçun Ulali ku li gundê Saritaşa 10 kîlomêtre dûrî navçeyê ye, dijîn, danê nîvro ketin gola Bendava Dîlîmliyê û tê da winda bûn. Xebatên lêgerîna wan serê sibê dîsa dewam kir.

Digel cendirme, ekîbên AFAD û îtfaiyeyê û ji Wanê jî noqavên Amirtiya Binê Avê ya Midûriya Emniyetê beşdarî lêgerînê bûn û cinazê zarokan derxistin.

Cesed seba otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Yuksekovayê. Piştî dîtina cesedên zarokan agir bi kezeba malbatên zarokan ket û digrîn.

Qaymeqamê Yuksekovayê Ramazan Kenduzler jî hat cihê bûyerê û ji rayedaran agahî hilda.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE