Midûriyeta Spor û Ciwaniyê ya Navçeya Dogubeyazitê bo zarokên li gundan ku ji ber şewba Kovîd-19ê niha sporê dûr ketine ekîba sporê ya gerok a ji 14 kesan pêk tê ava kir.
Zarokên ji gundên xwe dernakevin bi saya ekîba sporê ya gerok di qadên curbecur ên sporê da xebatên xwe dikin.
Şewba vîrusa koronayê (Kovîd-19) ya ku li çar aliyê dinyayê bi bandor e û jiyana rojane serobin kir tesîra xwe li gundên dor û berê Dogubeyazita navçeya Agiriyê jî nîşan da û zarokên ji xwe ra dihatin navendên ciwaniyê ji vê yekê mehrûm man.
Midûriyeta Spor û Ciwaniyê ya Navçeya Dogubeyazitê jî li ser vê kêmasiyê projeyek kir rewacê û ji lîderên navendên ciwaniyê antrenor û ciwanên dildar tîmeke sporê ya ji 14 kesan pêk tê û bi navê ekîba sporê ya gerok tê zanîn, ava kir.
Ekîba sporê ya gerok piraniya derfetên navendên ciwaniyê ber bi gundan va birin û amûrên spor kirinê jî li baxçeyên dibistanan ên ji bo sporê guncaw in danîn. Di nav tevdîrên li hemberî Kovîd-19ê hatine hildan da bi rûpêç, lepik û mesafeya civakî ekîb bi zarokan sporê dide kirin.
Ji bo zarokan lîstikên bo hiş û mêjî baş in jî di nav da di qada tenîs, voleybol, basketbol, atletîzm û beşên din da jî perwerdehî tê dayîn û vê heyama têkoşîna li hemberî Kovîd-19ê didome jî ew ji kêf û lîstikên xwe mehrûm namînin.
Ekîba sporê ya gerok a ku rojê li gundekî ye piştî kar û xebatên sportîf diyariyan li zarokên beşdarî lîstikan bûne belav dike.AA