Zarokên malbata ku li Sasona navçeya Batmanê li Çiyayê Meretoyê derketine zozanan 7 cûcikên kewa gozel yên ku bê mak mane xwedî dikin.
Dema Zekî Sala heywanên xwe diçêrîne zarokên wî Yaşar, Mustafa û Meral Sala di binê qefa zinarekî di hêlînekê da 7 cûcikên kewa gozel dibînin.
Zarok dibînin ku maka cûcikan li texma hêlînê hişk bûne û xeberê didin bavê xwe.
Zarok ji bona cûcik hişk nebin dibin çadira xwe û ji wan ra hêlînê çêdikin.
Zarok bi şimik û pêlavên qediyane dafik danînin û kuliyên digirin didin cûcikên kewê.
Ji zarokan Yaşar Sala diyar kir ji bona hişk nebin cûcikên kewa gozel xwedî dikin û wiha got: "Em her sal derdikevin zozanan. Me cûcikên kewê ku maka wan hişk bûbû bir malê û şeveq, nîvro û êvarê em wan xwedî dikin."
Meral Salayê jî diyar kir li vir wext xweş derbas dibe û got ku em him pezê xwe diçêrînin û him jî cûcikên kewa gozel bi kuliyên digirin xwedî dikin. AA