"Zarokên me ji me dizîn û şandin çiyê"

Çalakiya dayîkên li Diyarbekirê ji bo dîtina zarokên xwe yên revandinê çiyê li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr ya HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike

"Zarokên me ji me dizîn û şandin çiyê"

Çalakiya dayîkên li Diyarbekirê ji bo dîtina zarokên xwe yên revandinê çiyê li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr ya HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike.

Li ber avahiya HDPyê ya Diyarbekirê çalakiya ku dayikan 3yê Îlonê bi hinceta HDPyê zarokên wan revandine çiyê dabûn destpêkirin didome. 

Husniye Kayayê dayik got ku Mekiyeya keçika wê 5 sal berê di 14 saliya xwe da revandin û birin serê çiyê. Dayik Kayayê got ku ew hetanî keçika wê venegere ji beriya avahiya HDPê naçe û wiha axivî:

"Ez ji bo keçika xwe li vir im. HDPê zarokên me birin serê çiyê. Ewan zarokên me ji me dizîn û şandin çiyê. Heta keçika min venegere ez ji vir naçim."

Ji dayikan Sevdet Demîrê jî got ku Fatîhê kurê wê 4 sal berê ji navçeya Haniyê xapandin û şandine çiyê û wiha axivî.

"Em ji bo lêgerîna kurê xwe çûn Iraqê û çûn Sûriyeyê dîsa jî me ew nedît. Dûmahiyê ez hatim vir. Ji van zaliman êdî tu hêviya min nema. Li ba van tirsa Xwedê tune ye. Zarokên xwe naşînin lêbêlê zarokên me yên feqîr û jaran dişînin. Ev zilm e."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE