"Zarokên me wê nebin piyonên kesî"

Li Vanê jimara malbatên ku seba zarokên xwe li pêşiya HDPyê çalakiyê dikin derket 32yan

"Zarokên me wê nebin piyonên kesî"

 Li Vanê jimara malbatên ku PKKyê zarokên wan revandine serê çiyê û ji revandina zarokên xwe HDPyê berpirsiyar dibînin û li pêşiya serokatiya bajêr a partiyê çalakiya rûniştinê dikin, derket 32yan.

Malbat li kolana Cumhuriyetê civiyan û dowîzên ku tê da "Em ewladên xwe dixwazin", "Dayikên Vanê di nobeta ewladan da ne", "Êdî bes e, destê xwe ji me bikişînin", "Zarokên me wê nebin piyonên kesî" û "Qehir be PKK" vekirin.

Malbatan di eleyhê PKKya rêxistina terorê û HDPyê da duruşme berz kirin, meşiyan pêşiya avahiyê û bangî zarokên xwe kirin ku teslîm bibin.

Vê hefteyê bi beşdarbûna 2 malbatên din va jimara malbatan derket 32yan. Dema ku dayik li pêşiya avahiya HDPyê bûn,di avahiyê da bi dengê bilind muzîk hat vekirin da ku dengê malbatan neyê bihîstin. Dayikan li ser vê bertek nîşanî mensûbên partiyê da.

Ji Gazîentabê dayika şehîdekî alayên Tirkiyeyê şandibû û ev ala di çalakiyê da li malbatan hat belakirin.

Ji dayikan Atiye Dayanê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku keça wê ya Şîlan Dayan di 17 saliya xwe da hat xapandin û birin serê çiyê, 6 sal in ew hesret û kesera ewlada xwe dikişîne.

Dayanê diyar kir, heta ew negihêjin ewladên xwe ew ê çalakiyê bidomînin û wiha dewam kir:

"Dayik ewladên xwe dixwazin. Em ji van kesên bê îman ewladên xwe dixwazin. Zarokên me ji kargehan, ji dibistanan revandin û di avahiyên HDPyê da teslîmî PKKyiyan kirin. Em heta ewladên xwe hilnedin em ê dev ji vê çalakiyê bernedin. Em ê dengê xwe bilind bikin, nikarin me kerr bikin. Em ê ewladên xwe ji wan ra nehêlin."

Serokê Bajêr ê Turk Haber Senê Mehmet Tutaş û Serokê Bajê ê Turk Egîtîm Senê Selçuk Yurekturk jî hat pêşiya avahiya bajêr a HDPyê û piştgirî da malbatan.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE