Zarokên penaber di çalakiya Heyva Sor de li hev civiyan

Şaxa heyva sor a agiriyê, midûriya îdareya koçberiyê û weqfa alîkariya civakî û piştevaniyê, ji bo zarokên penaber çalakiyek li dar xist.

Zarokên penaber di çalakiya Heyva Sor de li hev civiyan

Şaxa heyva sor a agiriyê, midûriya îdareya koçberiyê û weqfa alîkariya civakî û piştevaniyê, ji bo zarokên penaber çalakiyek li dar xist. Zarok li parka trt’yê hatin ba hev û bi hev re lîstin, kêf kirin.

Zarokên penaber ên ku ji welatên wek Efxanistan, Sûriye û Îranê hatine Agiriyê di çalakiyê de hatin ba hev.

Çalakî bi hevkariya Şaxa Heyva Sor a Agiriyê, Midûriya Îdareya Koçberiyê û Weqfa Alîkariya Civakî û Piştevaniyê hat lidarxistin.

Zarok di bernameya li Parka TRTyê de bi têra dilê xwe lîstin. Rayedarên Heyva Sor jî bi diyariyan dilê zarokan xweş kirin.

Zarokan bafirok firandin, voleybol lîstin, bi werîsan hev û du kişandin û bi vî awayî demên xweş derbas kirin.

Piştî lîstikan malbat, zarok û rayedaran bi hev re xwarin xwar û bername bi vî awayî qediya.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE