Li gorî lêkolîna dawî li Tirkiyê her sal 44 zarok li ser înternetê rastî tundiyê tên û ev yek tesîr li derûniya wan dike. Li gorî vê lêkolînê kurik ji keçikan zêdetir rastî tundiya înternetê tên.
Înternet dinyayeke bê ser û ber e. Him avantajên wê hene him jî zirarên wê.
Înternet herî zêde jî ji bo zarokan talûke ye. Lewra malbat çi bikin bila bikin nikarin zarokên xwe ji sedî sed ji zirarên wê biparêzin.
Ji bo tesîra înternetê ya li ser derûnî û hestên zarokan, li 29 bajaran lêkolîn hat kirin.
Li gorî lêkolînê her sal 44 zarok li ser înternetê rastî tundiyê tên û ev yek zirarê dide psîkolojiya wan.
Pispor, malbatan hişyar dikin û dibêjin hay ji zarokên xwe hebin û malperên dikevinê tim û tim kontrol bikin.