Li Mersînê Zaza-derê Ji Bo Zimanê Zikmakî Çalakiyek Li Dar Xist. Di Bernamayê De Li Ser Girîngiya Zimanê Dayikê Sekinîn. Ji Gelek Bajarên Cuda Gelek Kes Hatin Û Tev Li Bernameyê Bûn.
Zaza-Dera Mêrsînê ji bo zaravayê Zazakî bernameyek amade kir..
Axaftvanan daxuyaniyên hevpar dan û diyar kirin ku divê zaravê zazakî bê parastin.
Di bernameyê de helbestên zazakî û mewlîda zazakî hat xwendin.
Zazaderê di bin banê midûriyeta perwerdehiya gel de kursa ewil a zazakî da. Yekemin mezûnên kursê jî tev li vê bernameyê bûn.
Di dawiya bernameyê de sertîfîkayên kursiyeran hatin dayîn.