Li herêmê piştgirî û hîbeyên ji bo xurtkirina hilberîna çandiniyê dewam dikin. Li Gercüşa Batmanê jî ji bo zêdekirina çandiniya tiriyê mezroneyê 21 hezar şitlên tiriyê mezroneyê hatin belavkirin.
Dewlet piştgiriyê dide û hilberîna çandiniyê her ku diçe zêde dibe.
Li herêmê alîkarî û hibeyên ji bo zêdekirin û xurtkirina çandiniyê dewam dikin.
Li Gercüşa Batmanê, ji bo cotkarên ku hilberîna tirî dikin şitlên tiriyê mezroneyê hatin belavkirin.
Ji bo vê jî bi beşdariya Qeymeqam, Şaredar û hin rêvebirên bajêr, li bexçeyê Îdareya Taybet merasîm hat lidarxistin.
Di merasîmê de ji bo cotkar rezên xwe nû bikin 21 hezar şitil hatin belavkirin.
Midûrê Çandiniyê û Daristanan yê Navçeyê Metin Kaplan got: “Hîbeyên ji bo cotkarên me wê dewam bikin.”