Piştî ked û xebateke mezin zebeşên deşta Muşê derketin. Welatî ji ber tehm û bihayê wan eleqeyeke zêde nîşanî van zebeşan didin. Li Muşê li ser 14 hezar û 585 donim erdî zebeş hatine çandin. Li gorî texmînan wê 60 milyon lîre tevkariyê bide aboriya Turkiyeyê.
Li aliyekî zebeşan li wesayîtê bar dikin, li aliyê din jî ji leman diçinin.
Îsal jî zebeşên bitehm û xweş ên Muşê derketin.
Li herêmê îsal li ser 14 hezar û 585 donim erdî zebeş hatine çandin.
Ji ber ku zebeşên deştê xweş û bi tehm in, gelek welatî ji xwe re dikirin û û dixwin.
Kîloya zebeşan niha li dora lîreyekê ye.
Li gorî texmînan wê zebeşên herêmê zêdetirî 60 milyon lîre tevkariyê bide aboriya Turkiyeyê.