Hewa roj bi roj sar dibe û zivistan tê. Ji bo ku meriv xwe ji serma û nexweşiyan biparêze, dixtor çaya giyayên bi şîfa tawsiye dikin. Bi taybetî jî zencefîl û çaya zivistanê divê gelek bên vexwarin.
Demsal diguhere, germahî dadikeve.
Herwiha ji ber sermayê jî yên ku laşê wan lawaz e zû nexweş dikevin.
Pispor dibêjin çaya giyayên bi şîfa laşê mirov ji vîrûsan diparêze.
“ Ez zencefîl dikirim, tarçîn dikirim û çaya hêşîn dikirim. Dixtorê min tavsiye kir. Ji bo parastina laşê mirov gelek baş in.”
Van rojan gelek kes diçin aktaran û çaya giyayên bi şîfa dikirin.
“ Zencefîl, zerdeçal, tarçîn, exlamûr, van tevihev bikin û çaya wê çekin. Ji bo kuxik, tengnefesî, bronşit û grîbê gelek başe.”
Bi taybetî zencefîl divê her roj bê vexwarin.
“ev koka zencefîlê e. 2-3 libên we bavêjin nava ava kelandî. Bila dema xwe bigre, paşê vexwin. Toza wê jî têxin nava hingivê û bi kevçiyeke darîn bixwin.”
Çaya zivistanê jî gelek tê tercihkirin.
“ ev jî çaya zivistanê ye. Tê de 12 cure giya hene. Zencefîl, exlamûr, rihana çiyayî, beybûn, hîbîskus û ên din. Ev çay şîfaya cemidandinê ye.”