Zerîf: "Me berî êrîşê agahî da hikûmeta Iraqê"

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, Zerîf îdia kir ku êrîşên fuzeyê yên Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê yên dijî baregehên Amerîkayê, serweriya Iraqê binpê nekir.

Zerîf: "Me berî êrîşê agahî da hikûmeta Iraqê"

Wezîrê Karên Derva yê Îranê Mihemed Cevad Zerîf ragihand ku wan berî êrîşa fuzeyê ya dijî baregehên Amerîkayê agahî da hikûmeta Iraqê.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, Zerîf îdia kir ku êrîşên fuzeyê yên Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê yên dijî baregehên Amerîkayê, serweriya Iraqê binpê nekir.

Zerîf diyar kir ku baregeha Amerîkayê ku peywendiya wê bi êrîşa kuştina Qasim Silêmanî û yên pê ra heye, hedef hat girtin û wiha got, "Me berî êrîşê agahî da hikûmeta Iraqê. Em girîngiyeke mezin didin serweriya Iraqê û yekîtiya xaka wê."

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya li ser mijarê da ragihandibû ku wan xebera Îran dê êrîşî baregehên Amerîkayê bike, pêşda sitandibû.

- Êrîşa Îranê

Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê daxuyandibû ku wan bişev bi dehan fuzeyên balîstîk va li Baregeha Esmanî ya Eyn el-Esedê ya Amerîkayê xist. Îranê îdia kiribû ku di êrîşê da herî kêm 80 eskerên Amerîkayê hatin kuştin.

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihandibû ku Îranê ji 12an zêdetir fuzeyan va li Enbara bajarê Iraqê êrîşî baregeha Amerîkayê ya Eyn el-Esedê û baregeha Hewlêrê kir.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE