Zewicandina keçikên biçûk

Di mijara bûkên zarok de kuafor hatin agahdarkirin...

Zewicandina keçikên biçûk

Li Qosera Mêrdînê li hemberî zewaca keçikêkên temen biçûk xebateke cuda hat kirin. Mudiriyeta xizmetên civakî kuafor derbarê mijarê de agahdar kirin û ji wan xwestin ku dema keçikên 18 salî biçûktir ji bo amadehiyên zewacê hatin bal wan, ew mudiriyetê agahdar bikin. Bi vê yekê mudiriyetê ji vê zewacê agahdar be û da ku zewaca di temenê biçûk de nebe wê hewl bide.

Li cîhanê 12 milyon keçik di temenê biçûk de tên zewicandin.

Li Tirkiyeyê jî gelek keçik di temenê xwe yê biçûk de tên zewicandin.

Li hemberî vê yekê Mudiriyeta Xizmetên Civakî ya Qosera Mêrdînê xebateke cuda da destpêkirin.

Mudiriyetê semînereke li dar xist û kuaforên navçeyê ji bo vê mijarê agadar kir.

Wexta ku keçikên 18 salî biçûktir ji bo amadehiyên zewacê werin bal kuaforan, kuafor wê bê xebera wan Mudiriyetê agadar bike.

Mudiriyet jî wê bikeve dewrê û rê li ber vê zewacê bigre.

Kuaforan xwest ku semînerên bi vî awayî bên dewamkirin

Dîroka nûkirinê: 10 Tîrmeh 2019, 17:23
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE