Artêşa Azerbeycanê ragihand hêzên Ermenistanê digel agirbestê seranserê şevê bi ser cî û war û eskerên Azerbeycanê da gule barandin lê zeyîata gihîşt wan jî dewam kir.
Wezareta Parastina Azerbeycanê daxuyanî da û ragihand ku şer û pevçûn bi piranî li alî eniyên Aqdere, Hocawend û Qubadliyê domiya.
Hat gotin ku rê li hewla êrîşê ya artêşa Ermenistanê hat girtin, duh seranserê rojê û bi şev li cihên curbecur ên eniyan 2 balafirên Su-25an, 3 tankên T-72an, wesayîteke bizirx a piyadeyan, 2 "Smerç" û yeka "Grad"ê ya pergalên moşekê, 10 topên curbecur, 2 obusên bi motor ên Gvozdîkayê, balafirşikyek OSAyê, wesayîteke radarê ya P-18an û 4 trîmbêlên malên artêşa Ermenistanê û gelek jî xebatkarên wê hatin berterefkirin.
Di berdewamiya daxuyaniyê da hat raghandin ku kontrola eniyê di destê artêşa Azerbeycanê da ye.
AA