Zeyta Derikê xelat girt

Bi paqijî, tehm û bêhna xwe madalyaya zêr girt

Zeyta Derikê xelat girt

Zeyta Dêrika çiyayê Maziyê li londrayê di pêşbaziya zeytê de madalyaya zêr girt. Rayedarên navçeyê ji bo danasîna zeyta herêmê civînek li dar xist.

Xeyala herî mezin a Qeymeqamê Şehîd Mihemmed Safîtürk bi cih hat.

Zeyta Dêrîka Çiyayê Maziyê li Londrayê di pêşbaziyeke navneteweyî de madalyaya zêr girt.

Waliyê Mêrdînê Mistefa Yaman di axaftina xwe de Qeymeqamê Şehîd Safîtürk bibîr anî.

Waliyê Mardinê Mustafa Yaman:Birayê min ê ezîz; xwedê rehma xwe lê ke, bi kelecaneke mezin zeyta ewil a Dêrikê ji min re anîbû. Behsa projeya xwe kiribû. Digot em ê zeyta Dêrîka Çiyayê Maziyê bidin nasîn. Piştî wê 2-3 hefteyan jî şehîd ket. Me jî bi Qeymeqamê nû yê navçeyê Hakan Kafkas re projeya wî domand…

Cotkar bi xelata zêr gelek kêfxweş bûn û dixwazin di qadên din de jî zeytûn û zeyta navçeyê bidin nasîn.

Di dawiya bernameyê de jî Walî Yaman plaket da Qeymeqam Hakan Kafkas.

Dîroka nûkirinê: 02 Tebax 2019, 16:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE