Zeyta Dêrikê bû marka

Rûnê zeytûnên Derikê li Londonê madalyaya zêrîn girt

Zeyta Dêrikê bû marka

Rûnê zeytûnên Dêrikê debara herî mezin a Dêrika Çiyayê mazî ye. Bi qasî 10 cûreyên xwe hene û bi başiya xwe tê zanîn. Qeymeqamiya Dêrikê da zanîn zeyta Dêrikê, madalyaya zêrîn girtiye.

Ev zeyt li herêmê jî kalîteya xwe ya zêde tê zanîn. Niha wê kalîteyê xelat girt.

Li Londonê di pêşbaziya markeyan de zeyta Dêrikê bû yekem û madalyaya zêrîn stend. Bi saya vê nîşaneyê, zeyta Dêrikê bû markeyeke mezin.

Qeymeqamiya Dêrikê ev xeber li ser medyaya civakî belav kir.

Û di mesajê de Qeymeqamê Dêrikê yê Şehîd Muhammed Fatih Safitürk jî bibîr anî.

Dîroka nûkirinê: 30 Nîsan 2019, 10:07
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE