Zeyta Silopiyê bû marka

Cotkar wê zeyta xwe bifiroşin navwelêt û derveyê welêt

Zeyta Silopiyê bû marka

Li deşta Silopiyê ku yek ji navendên girîng ên çandiniyê ye cotkar êdî hilberîna zeytê jî dikin. Li bajêr cotkarê bi navê serdar soysal jî li ser 250 donim erdî zeytûn çandibûn. Cotkarî niha dest bi berhevkirina wan kir. Ji zeytûnên xwe zeytê çêdike û wê bifroşe navwelêt û derwelêt.

Li Silopiyê di nav baxçeyên zeytûnan de xebat heye...

Cotkarê bi navê Serdar Soysal jî li ser 250 donim erdî çandiniya zeytûnan dike. Niha jî dest bi berhevkirina wan kir.

Ewil ji daran zeytûnan diweşînin, dûvre didin hev tijî dikin torbeyan.

Piştî ku zeytûn hatin komkirin dişînin febrîqeyan.

Li febrîqayê, ji zeytûnan zeytê derdixin.

Heya niha ji 150 donimi nêzîki 10 ton zeyt hatiye çêkirin.

Soysal dibêje em li bendê ne zeyta xwe bifiroşin navwelêt û derveyê welêt.

Bi vê xebatê cara yekemîn li Silopiyê rûnê zeytûnê hat hilberîn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE