Zinarê Digirî yê li Geliyê Pulumurê cemidî

Tunceliya ku di nava çiyayên Munzur, Mircan, Sulbus û Zelê da hatiye avakirin bi xweşikahiyên xwe yên tebîetê her demsal mazûvaniya ziyaretvanan dike.

Zinarê Digirî yê li Geliyê Pulumurê cemidî

Li Tunceliyê kevirê ku ji ba av jê dizê û jê ra dibêjin Zinarê Digirî bi hatina sermayê cemidî û dîmenên xweşik derketin holê.

Tunceliya ku di nava çiyayên Munzur, Mircan, Sulbus û Zelê da hatiye avakirin bi xweşikahiyên xwe yên tebîetê her demsal mazûvaniya ziyaretvanan dike.

Li Tunceliyê Zinarê Digirî yê li ser rêbeja Tuncelî-Erzincanê li tenga Pireya Hilbeşê ye, ji ber seqem û sermayê cemidî.

Li ser zinar cembelîkên hema hema digihîjin 3 mêtroyî çêbûn û bi xweşikahiyên Geliyê Pulumurê û darên mêşeyê va dîmenên xweşik derketin holê.

Zinarê Digirî yê cemed girtiye bala rêwî û tûrîstên ji wê derê derbas dibin dikişîne.

Kesên tên vê derê wêneyên zinar dikişînin.

Îlhan Aydemîrê tebîethez diyar kir ku Tuncelî ji gelek xweşikahiyên tebîetê ra malxweyîtiyê dike.

Devrîm Yagan jî got ku ew ji ber tebîeta bajêr û Zinarê Digirî şaş û metel ma.

Ji ziyaretvanan Ramazan Guzel jî destnîşan kir ku ew ji Diyarbekirê hatiye Tunceliyê û ragihand dema wî Kevirê Digirî dît ji wesayîta xwe peya bû û wêneyê zinar kişand.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE