Li Kercewsa Êlihê, piştî baranê ji çiya zinar qetiyan û ketin ser rê. Demekê rê ji bo çûn û hatinê hat girtin. Ekîbên riyan û esker çûn cihê bûyerê û rê vekirin.
Li ser riya Dekşuriya gundê Kercewsa Êlihê, ji ber barana gij, zinar ji çiya qetiyan û ketin ser rê.
Rê ji bo demekê ji bo çûn û hatinê hat girtin.
Welatî jî bi dengê zinaran tirsiyan û çûn cihê bûyerê. Gundparêzekî bangî cendermeyan kir.
Tîmên rêbêj û Cenderme çûn ser rê. Piştî ku rê hat vekirin çûnûhatina erebeyan jî dest pê kir.