Li ser riya Yuksekova û Hakkariyê hezaz rabû û rê ev 6 roj in girtî ye. Makineyên kar ji bo ku rê vekin dixebitin. Dîmenên zirara hezazê, ji asîman ve hatin qeydkirin. Li cihê hezazê ji bo çûnûhatina wesayidan pireke demkî tê çekirin.
Riya Yuksekovaya Hakkariyê ev 6 roj in ji ber hezazê girtî ye.
Zirara ku hezazê daye rê, ji asîman ve hat qeydkirin. 01:09
Timên peywirdar, bi makîneyên kar, ji bo rakirina ax û zinaran dişixulin.
Li heman cihî gelek caran hezaz çêdibin ,ji ber vê yekê riyeke nû tê çêkirin.
Li ser ava Zapê pireke demkî jî tê çêkirin.
Di dîmenan de; digel zehmetiyan çêkirina pir û riya demkî tê dîtin.