Zivistana li Rojhilatê Anadoluyê

Li Mûşê ji ber hewaya sar çem û boriyên avê qerisîn û qeşa ket ser dar û beran

Zivistana li Rojhilatê Anadoluyê

Li Herêma Rojhilatê Anaadoluyê tesîra sir û seqemê zêde ye.

Di nav bajarên demsala zivistanê lê bi zor û zehmetî derbas dibe yek jî Mûş e lewra hewa gelek sar e.

Li Mûşê ji ber sir û seqema zêde hin çemên li gundên ser navendê ne û boriyên avê qefilîn û qeşa ket ser dar û beran.

Ji şêniyên gundê Eşmepinarê Mehmet Ergul diyar kir ji ber ku boriyên avê qefilîne ew avê ji kaniya li meydana gund e dibin malê û wiha pê da çû: "Em heta mecbûr nemînin dernakevin derva."

Songul Çetîntaş a ku ji kaniya meydanê av dikişand jî got ku ji bo ziwa bibin wan cilên xwe daliqandibûn lê ew qerisîn.

- Wan

Li gor daxuyaniya ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat dayîn ji ber berf û pûkê rêya 3 wargehî ji çûn û hatinê ra hat girtin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji bo vekirina rêya wargehên li ser Başkale û Bahçesaraya navçeyên Wanê ne jî xebat didomin û tesîra hewaya sar jî li çar aliyê bajêr didome.

- Bidlîs û Hekarî

Li Bidlîsa ku sermaya wê mirovan dişewitîne xwediyên pez û dewaran ji bo heywanên ji ser erda berfê xemilandiye bi xizangan kayê dikşînin.

Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê jî ji sifirnekên xaniyan va şembelîkên derbejêr ên dirêjiya wan bi qasî mêtreyekî ye hene û welatî jî şembelîk û berfa der dora mala xwe paqij dikin.

AA

Dîroka nûkirinê: 06 Çile 2019, 17:43
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE