Ziyaretên piştgiriyê yên ji bo dayikên Diyarbekirê didomin

Heyeta bi qasî 50 kesî pêk hatî ya ji endamên Komeleya Hereketa Heyîna Bêdawî ya Neteweyî ya ji Îzmirê malbat ziyaret kirin, qurnefîlên sor dan wan.

Ziyaretên piştgiriyê yên ji bo dayikên Diyarbekirê didomin

 Ziyaretên piştgiriyê yên ji bo dayîkên Diyarbekirê ku 3yê Îlona 2019an li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê çalakiya rûniştinê dabûn destpêkirin da ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin, dewam dikin.

Heyeta bi qasî 50 kesî pêk hatî ya ji endamên Komeleya Hereketa Heyîna Bêdawî ya Neteweyî ya ji Îzmirê malbat ziyaret kirin, qurnefîlên sor dan wan.

Serokê Komeleya Hereketa Heyîna Bêdawî ya Neteweyî ya Parêzgeha Îzmirê Tevfik Aladag li ser navê komê daxuyanî da û diyar kir ku ew amade ne di her mijarê da ya ku dikeve ser milên wan bînin cih û her wiha bal kişand ku ew ê heya dawiyê piştgiriyê bidin têkoşîna dayikan.

Aladag diyar kir, wan ew malbat ziyaret kirin ku li Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ewladên xwe ji rêxistina terorê PKKyê û her wiha HDPyê dixwazin û wiha dewam kir, "Em îro serbilind in ku em hatine ziyareta dayikan. Ji Îzmirê wekî komele ez tevî teşkîlata xwe hatim. Em îro hatin vê derê da ku piştgiriya xwe ya ji bo dayikan bînin ziman."

Aladag bal kişand ku daxwaza dayikan bi tenê ew e ku bigihîjin zarokên xwe û wiha got, "Em dixwazin dayik êdî hêsîran nebarînin. Wekî welatiyekî Kurd ez bangî HDPyê jî dikim. We ev ewladên me birin û wan dîsa bînin. Armanca me ev e. Em ê bi berdewamî li vê derê bin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE