Li Geliyê Pulumura Tunceliyê Zinarên Xilbeşê bi xwezaya xwe ya xweş va balê dikşînin û her demsal ji hêla turîstan va tên ziyaretkirin.
Zinarên nêzîkî Pireya Xilbeşê ji ber ku her tim av ji wan diherike di nav gel da navdar in.
Havînê li herêma zinaran hewa sar e, der û dora wan jî hêşîn e, zivistanê jî bi mêtroyan qeşa çêdibe û dîmenên xweşik derdikevin holê.
Ji 20 mêtro bilindahiyê ji hundir ji gelek çavkaniyan av diherike û bala mirovan dikşîne.
Her demsal li bajêrên der û dor û navçeyan turîst tên herêmê da ku zinaran bibînin.
Îlhan Abayê hatiye zinaran bibîne ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand xwezaya bajêr, cihên dîrokî û turîstîk wek bihuştê ne û wiha axivî: "Biharê ji zinaran şire şira avê ye tê xwarê. Zivistanê jî qeşa û cemed çêdibe dîmenên xweş derdikevin holê. Cihekî pir xweş e. Ez ji her kesî ra pêşniyar dikim ku bên xwezaya vê derê bibînin."
AA