Ji ber ku riyên çolterê girtî ne, heywandar çiloyan li taxûkan bar dikin û bi gayan dikşînin...
Li Mûtkiya Bêdlîsê, li quntarên çiya û çolteran heta 2 metroyan berf heye.
Rê jî hatine girtin.
Ji ber ku traktor nikarin têkevin deverê, heywandar jî çiloyên ku havînê kom kirine didin ser taxûkan û bi gayan dikşînin.
Ev dîmen ne ji belgefîlmekê ne, ne jî nostaljî ye.
Li deverên wekî Mûtkiyê, gundî dikarin bi tenê bi vî awayî kar û barên xwe bimeşînin...