Zozanê Sînegê yê Agiriyê yê têrçêre, bi hezaran serî pezê koçeran va şên bû.
Zozanê Sînegê yê ku hersal bihar û havînê koçerên li Îdir û Bazîdê tên û lê konên xwe vedigirin, bi barana demsala biharê va têra xwe hêşîn bû.
Zozanê ku ava çem û newalên wê bi ava belekiyan va zêde bû, bi hatina heywandaran şên bû.
Zozanê ku bi kalekala mih û berxan va geş bû, bi kulîlkên vebûyî û hêşînahiya xwe va dîmeneke sipehî wergirt.
Bedewiya zozan û dewrûbera wê bi droneê hat kişandin.AA