Zozana Feraşînê mazûvaniya siruşthezan dike

Siruşthezên ku dixwazin di nav siruştê da kamp bikin, berê xwe didin Zozana Feraşînê ku di navbera Beytuşebapa navçeya Şirnexê û Gurpinara navçeya Wanê, li ser sînorê Hekariyê ye.

Zozana Feraşînê mazûvaniya siruşthezan dike

Li Şirnexê piştî ku li Zozana Feraşînê hizûr çêbû, kesên dixwazin xweşikahiyên siruştî yên herêmê bibînin, li herêmê kampê dikin.

Zozana Feraşînê bi salan ji ber terorê xalî dima û bi saya operasyonên ku hatin kirin va hizûr lê peyda bû û êdî qala xweşikahiyên wê yên siruştî tê kirin.

Siruşthezên ku dixwazin di nav siruştê da kamp bikin, berê xwe didin Zozana Feraşînê ku di navbera Beytuşebapa navçeya Şirnexê û Gurpinara navçeya Wanê, li ser sînorê Hekariyê ye.

Siruşthez li "Zozanê Hizûrê" çadira xwe vedigrin, geştê dikin û di Çemê Yeşîlozê da masiyan digirin.

Dilgeş Aslanê ku li zozanê kamp kir got ku berê ji ber terorê welatî nikaribûn seba geştê jî derkevin zozanê.

Aslan got, "Li herêma me hizûr çêbû" û bi hatina hizûrê ra koçer jî tên zozanê.

Aslan diyar kir, bi hizûra ku li zozanê çêbûye va li herêmê heywandarî jî pêş ket û wiha dewam kir, "Xwediyên zozanê berê xwe dan vê derê, her kesî heywan kirîn û malên nû çêkirin. Lewra êdî li vê derê hizûr heye."

Aslan daxuyand ku li herêmê di demên dawîn da fealiyetên sporên siruştê yên wekî trekkin û raftîngê jî zêde bûn û ew ji bo vê kêfxweş in.

Aslan wiha axivî, "Herêma me bi salan e têra xwe ji terorê zirar dît. Li gor me herêma me hizûrê heq dike. Ez hêvî dikim ku di salên pêş da em tiştên xweştir bibînin. Heke zivistanê li zozanê me navendeke xweşiqitandinê hebûya, wê baş bûya. Em bawer dikin ku fealiyetên wiha wê pêk werin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE