Zozanên Ağrıyê yên bi baranê xweş bûn ji bo koçeran warên sereke ne

Navçeya Taşliçayê ya ku Zozanê Sînegê di serî da gelek zozan lê hene her sal ji koçer û hewyanên wan ra mazûvaniyê dike.

Zozanên Ağrıyê yên bi baranê xweş bûn ji bo koçeran warên sereke ne

 Koçerên 3 mehan li zozanên Eledaxê ya Ağrıyê dimînin ji bo şîr û penêrê wan zêde be dixebitin.

Navçeya Taşliçayê ya ku Zozanê Sînegê di serî da gelek zozan lê hene her sal ji koçer û hewyanên wan ra mazûvaniyê dike.

Zozanên li Eledaxê ji ber ku berfa wê dereng dihêle li gor zozanên din hinekî derengtir mazûvaniya koçeran dike.

Koçber konên xwe cihê herî bilind ê zozanê li Girê Koçbaşiyê datînin, serê sibê heywanên xwe didoşin, jê penêr û rûn çêdikin.

Rojek berê koçeran heywanên xwe birîn.

Dema jinên koçer hiriyê dişon zarok jî alîkariya diya xwe dikin.

 "Her tiştê zozanan xweş e"

Koçer Yunus Bakirçay daxuyand îsal ji ber barana zêde zozan şên bû.

Bakirçay got ew beriya Eyda Remezanê hatin zozanê ku 3 meh e li vir dijîn û wiha axivî: "Şev carna gur tê. Ji bo ku ew zirarê nede heywanên me ez li wan miqate dibim. Jiyana zozanan li gor ya gund xweştir û rehettir e. Hewaya vê derê xweş e û em dûrî teknolojiyê ne. Carna em ji panelên tavê feydeyê dibînin. Ji ber ku ez tenê me ez heywanan bi roj diçêrînim. Ez bi 250 heywanan ra eleqedar dibim."

Ayten Karataşê jî got ew her sal tên zozanê û wiha behsa jiyana li zozanan kir: "Em li vir pezê xwe diçêrînin. Em şîrê wan didoşin û jê penêr û rûn çêdikin û paşê diçin gundê xwe. Li vir her kes bi karê xwe ra eleqedar e. Em kinc û feraqên xwe bi destan dişon. Em di tendurê da nanê xwe dipêjin. Xew, hewa, av û xwarina li zozanan, her tiştê zozanan xweş e. Dema em hatin şev hewa hinekî sar bû, lê niha baş e."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE