Li Îdire deşt û zozan şîn bûne xwediyên pez û dewaran hêdî hêdî berê xwe didin zozanan.
Li bajêr nêzî milyonek û 500 hezar serî pez û dewar heye. Xwediyên pez û dewaran bi nêzîkbûna havînê ra ji bo çêtir xwedîkirinê wê wan derxin zozanan û ji niha va xebatên çûnê tên kirin.
Şivan û gavan pez û dewarên xwe dane pêşiya xwe û berê xwe dane Çiyayên Erez piştî çend rojan wê bigihêjin zozanan û wê lê kon vegirin.
AA