Zozana feraşînê li Bêşebaba Şirnexê ye. Zozan bi delaliya xwe ya neherimandî, li benda geştiyaran e. Niha em ê berê xwe bidin bilindcihên Feraşînê, herin nav kerî û konên koçeran…
Berf…. Keskayî… Çiya û ava sar…
Ev dîmenên bêhempa li Bêşebaba Şirnexê, li Zozana Feraşînê hatin kişandin.
Piştî ku ewlehiya van deran bi temamî çêbû, koçeran jî berê xwe da zozanê.
Li cihên ku hezar sal e ebra wan lê ye kon vedane dîsa. Ew bi av û giyayê vê herêmê pezê xwe xwedî dikin.
Xweza û siruşta Feraşînê hezar salî beriya niha çawa be, dîsa wisa ye...
Zozana Feraşînê, ev cihê ku mirovan neherimandiye li benda mêvan û geştiyaran e…