Vegera koçeran dewam dike

Bi sarbûna hewayê re koçerên li herêma serhedê dest bi vegerê kirin. Koçerên ku ji van deran konên xwe rakirin, ji Kercewsa Batmanê derbas dibin û diçin Mêrdîn û Nisêbînê.

Mî, bizin, kar û berx…Û Şivanên li derdora keriyên pêz…. Ne dibêjin çiya û newal ne jî dibêjin gir û kortal…

Rêwîtiya koçerên ku ji deverên sar bar dikin dewam dike. Koçerên ku serê biharê li zozanên aliyê serhedê konên xwe danîbûn, bi hatina payîzê re êdî vedigerin deverên germ û malên xwe.

Li Kercewsa Batmanê jî ev demek e dîmenên balkêş dikevin ber kamerayan.Lewra koçerên ku ji herêma serhedê koç dikin û berê xwe didin aliyê Mêrdîn û Nisêbînê, miheqeq ji Kercewsê re derbas dibin û diçin.

Koçerên ku koçî deverên germ dikin, sala din bi hatina biharê re wê dîsa tevî heywanên xwe berê xwe bidin zozanên Mûş, Bilîs, Wan û Agiriyê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.