Li Midyada Mêrdînê li Dibistana Navîn û Seretayî ya Îradeya Neteweyî projeyeke balkêş û taybet hat amadekirin. Di çarçoveya projeyê de ji cil û bergan heta tablo û pirtûkxaneyeke piçûk gelek berhem ji çopan hatin çêkirin.
Ji qazeteyên kevin xemleke balkêş, ji qaseyên firingiyan refên pirtûkaneyê û ji qutiyên beredayî amûrên muzîkê...
Ev proje li Midyada Mêrdînê li Dibistana Navîn û Seretayî ya Îradeya Neteweyî hat amadekirin.
Di çarçoveya projeyê de pêşiyê ji çop û tiştên beredayî cilûberg, ref, tablo û amûrên muzîkê hatin çêkirin.
Dûv re bi wan amûran pirtûkxaneyeke biçûk hat avakirin.
Di dawiya projeyê de xwendekaran bi qutiyên beredayî konsereke biçûk jî dan.