Asteorîteke qerase ya ji Empire Stateyê mezintir wê ji nêzîkî Dinyayê derbas bibe

Asteorîteke qerase ya ji Empire Stateyê mezintir wê ji nêzîkî Dinyayê derbas bibe

Asteorîteke qerase ya dirêjahiya wê kîlomêtroyek e û du qat û nîv ji avahiyê Empire Statea li Amerîkayê mezintir e hefteya bê wê ji nêzîkî Dinyayê derbas bibe.

Li gor nûçeya malpera înternetê ya Science Alertê ev asteroîta di nav  "asterotîtên bitalûke" da tê senifandin wê di 18ê çileya paşîn di saet 21.51an da 1,39 milyon kîlomêtro dûrî Dinyayê derbas bibe û wê li Dinyayê neqelibe.

Ev derbasbûn wê bibe sedem ku zanyarên der barê esman da lêkolînan dikin bikaribin der barê astreoîta ji koma Apolloyê ya tîpa wê S ye da zêdetir agahiyan bi dest bixin

Ev astreotîta wek Asteroit (7482) 1994 PC1 tê zanîn di sala1994an da ji hêla  astronom Robert McNaught va li Avahiyê Çavdêriyê ya Sîdîng Sprîngê ya li Avustralyayê hatibû kifşkirin.

Herî dawîn ew 89 sal berê di 17ê çileya paşîn a 1933yan da ji nêzîkî Dinyayê derbas bûbû. Tê texmînkirin ew ê careke din di 18ê çileya paşîn a 2105an da  derbas bibe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE