Luca Parmitano û Andrew Morganê asronotên ji Îtalya û Amerîkayê yên li Îstasyona Fezayê ya Navneteweyî (UUÎ) wezifeyê dikin derketin meşa fezayê.
Hat ragihandin ku Luca Parmitano û Andrew Morganê asronotên ji Îtalya û Amerîkayê ew ê di dema meşa fezayê da temîrata Alfa Manyetik Spektrometreya 2 milyar dolarî ya ji ber tunebûna sarincê xirab bûye bikin û 4 pompeyên teze girê bidin.
Alfa Manyetik Spektrometre di sala 2011î da ji bo nêçîra madeya dij û madeya tarî bi Endeavoura Mekîka Fezayê şandibûn UUÎyê, tê gotin ku ji wê rojê vir da li ser 148 milyar tîrêjên kozmîk lêkolîn kir.
Li bendêne ku meşa Parmitano û Morgan bi qasî 6 saet û nîvê dewam bike.
Tê gotin ku di nav 3 hefteyan da ev meşa fezayê ya 3yan e ku tê kirin.
AA