Bernameya komputerê çêkir

Endezyarê Midyadî bernameya xêzkirina projeyên ceyranê çêkir

Bernameya komputerê çêkir

Abdulcelil Doğan li Midyadê endezyar e. Doğan ji bo xêzkirina projeyên elektrîkê bernameyeke ceyranê çêdike. Bi vê bernamê dê endezyar projeyên xwe zûtir çêbikin.

Teknolojî roj bi roj bi pêş dikeve. Bi saya pêşketina teknolojiyê êdî karên meh û salan di demên gelek kurt de xilas dibin.

Abdulcelil Doğan jî li Midyadê Endazyarê elektrîkê ye.

Doğan ji bo karên xêzkirina projeyên elektrîkê, bernameyeke kompûterê nivîsî.

Navê bernamê FalcoCAD e, Endazyar Doğan dibêje bi saya vê bernamê wê dema xêzkirinê ji sedî 80 kurt bibe..

Endezyarê jêhatî niha li benda piştgiriyê ye ku projeya wî bê îxrackirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE