Bi awayekî ewle bikaranîna medyeya civakî

Çawa ku em di jıyana xwe ya rastîn de baldar in, divê em di jiyana xwe ya sanal de jî baldar bin.

Bi awayekî ewle bikaranîna medyeya civakî

Înternet û medyaya civakî êdî bi tevahî di nav jiyana me de ne. Lê divê em çawa bi awayekî ewle medyeya civakî bi kar bînin? Alîkarê Serokê Saziya Agahiyên Teknolojîk û Ragihandinê Ahmet Kılıç behsa van rêbazên ewle kir.

Înternet û medyaya civakî êdî di hemû qadên jiyana me de ne..

Çawa ku rê û rêbazên her tiştî hene, rê û rêbazên bikaranîna medyaya civakî jî hene…

Alîkarê Serokê BTKyê ango Serokatiya Saziya Ragihandin û agahiyên Teknolojîk Doktor Ahmet Kılıç anî ziman ku divê mirov di medyaya civakî de gelekî baldar be û riayetî rê û rêbazên wê bike.

Kılıç: ‘’Dema em platformeke medyaya civakî bi kar tînin divê em ewil eyarên ewlehiyê yên wê bi awayekî baldar bixwînin. Bi taybetî divê em pozîsyana ku hesap ji her kesî re vekiriye netikînin. Pozîsyona ku hesabên me ji her kesî re vekirîne pozisyoneke gelekî birîsk e. Divê em li ser hesabê xwe qadeke taybet û ewle ji xwe re çêbikin’’.

Her wiha; Dr. Ahmet Kılıç got, divê em ji bo hesabên xwe şîfreyên saxlem çêbikin.

Şîfreyên hesabên me yên ku em bi kar tînin jî gelekî giring in. Divê em Şîfreyên gelekî hêsan bikar neyînin. Wek; 1, 2,3,4,5,6 . , navên zarokên me, yên jin û mêrên xwe û cihê ku em lê bûne, bikar neyînin. Bi taybetî divê em şîfreyên 8 qedemeyî ji xwe re çêkin. Û di nav vê şîfreyê de jî divê herf, reqem û sembol hebin.

Gelek caran em tiştên xwe yên taybet jî bi havalen xwe re li ser medya ya civakî parve dikin, lêbelê Kılıç got, ‘’ev tiştekî bi rîsk e. Divê em bersivê nedin hin peşniyarên hevaltiyê yên nenas, mesaj û lînkên ku em nas nakin. Û tiştekî gelekî giring ê din jî ew e ku divê em tiştên xwe yên taybet li ser medyaya civakî parve nekin. Çawa ku em di jiyana rastîn de her tiştên xwe bikar nayînin divê em di vê dinyaya sanal de jî tiştên xwe yên taybet parve nekin. Heta ji me tê divê em jiyana xwe ya taybet li ser van platforman parve nekin. lewra dibe ku ji alîyên kesên xêrnexwaz ve werin sûîstîmalkirin’’.

Her wiha Kılıç welatî hîşyar kirin û got dema parvekirinên bizirar, nûçeyên derew dîtin bila wan giliyê mekanîzmayên platforman bikin.

Dîroka nûkirinê: 26 îlon 2018, 17:06
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE