Bi dendikên mişmişan dermanê qanserê çêkirin

Li Navenda Lêkolînê ya Mişmişan dermanê pençeşêrê yê bi navê KAYI-SIRê hat çêkirin.

Bi dendikên mişmişan dermanê qanserê çêkirin

Li Meletiyê li ser mişmişan lêkolînên zanistî tên kirin. Di lêkolînên dawî de derket holê ku dendikên mişmişan ên tehl ji bo nexweşiyên qanserê baş in.

Bajarê Meletiyê bi mişmişên xwe bi nav û deng e. Li ser mişmişan her sal gelek lêkolîn tên kirin.

Li Zanîngeha Turgut Özalê di lêkolînên dawî de derket holê ku dendikên tehl ên mişmişan ji bo qanserê baş in.

Rektora Zanîngehê Prof. Dr. Aysun Karabulutê derbarê lêkolînan de agahî da.

Rektora Zanîngeha Turgut Özalê Prof. Dr. Aysun Karabulut got, "Di nav dendikên mişmişan de madeyeke wekî siyanûrê heye. Em li ser vê madeyê xebitîn. Ev made êşa laşê mirovan kêm dike. Me got em vê yekê di tedawiya nexweşên qanserê de bikar bînin."

Hemû lêkolîn li Navenda Lêkolînê ya Mişmişan tên kirin.

li navendê bi navê KAYI-SIR derman hat çêkirin û patenta wê jî hat standin.

Her wiha xwendekarên zanîngehê jî li vir tên perwerdekirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE