Şaxa Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Yenîşehira Diyarbekirê welatiyên ji 65 sal û mezintir in birin "Çalakiya Çavdêriya Asîman a Zêrzevanê".
Çalakiyê bi piştgirî û alîkariya Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê, Wezareta Ciwanî û Werzişê, Wezareta Çand û Turîzmê, Ajansa Fezayê ya Tirkiyeyê, Walîtiya Diyarbekirê, Ajansa Pêşketina Qerejdaxê, Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê û bi kordînasyona TUBÎTAKê di 9ê hezîranê da dest pê kir.
"Çalakiya Çavdêriya Asîman a Zêrzevanê" ji 7 salî bigire heta 77 salî bala hemû Diyarbekiriyan kişand.
Li gor daxuyaniya Şaredariya Yenîşehirê welatiyên ji 65 sal û mezintir yên li Qehweya Gel a Bahara Duyemîn ya di bin banê şaredariyê da dema xwe derbas bibin jî beşdarî çalakiyê bûn, bi teleskopan va asiman temaşe kirin.
Welatiyên beşdarî çalakiyê bûn kêfxweşiya xwe anîn zimên.AA