Cîhaza xwemalî çêdikin

Türkiye cîhaza ku ji derwelêt dikirî niha îxrac dike...

Cîhaza xwemalî çêdikin

Profesor Dixtor Fahrettîn Yakuphanoğlu û tîma wî, cîhaza pîvandına cereyanê hildiberînin. Türkiyeyê cîhaza ku berê ji derwelêt dikirî, niha îxracî dinyayê dike.

Tîma akademîsyenan a Zanîngeha Firatê bi pêşengiya Profesor-Dixtor Fahrettîn Yakupoxlu, 4 sal berê dest bi xebata lêkolîn û pêşxistinê kir.

Wan dixwest teknolojiya xwemalî çêbikin. Tîma lêkolînê sal û nîv e li ser vê cîhazê dixebite. Cîhaz veguhestina cereyanê ya tiştan dipîve.

Akademîsyenê Beşa Fîzîkê ya Zanîngeha Fıratê Prof. Dr. Fahrettin Yakuphanoğlu got,“Gelo têlekê ku me kirî, cereyanê baş digihîne an na? em bi vê cîhazê dipîvin… Ev cihaza me xwemalî ye û ji sedî 95 bi derfetên xwemalî hatiye çêkirin. Li gorî cîhazên din ên li bazarê, teknolojiyeke pêşketî ye. Em niha cîhazên ku hildiberînin difroşin zanîngehên din ên li Türkiyeyê…”

Cihaz bi temamî ji amûrên xwemalî hatiye çêkirin.

Prof. Dr. Fahrettin Yakuphanoğlu got, “Cîhazên ku em ji derwelêt dikirin gelek biha ne. Bi saya ku em bi derfetên xwemalî çêdikin, cîhaz erzantir e. Ligel vê yekê taybetiya cîhaza ku me çêkirî cuda ye. Em ê ji bo vê yekê jî patenta xwe bistînin û îspat bikin.”

Akademîsyen dixwazin di warên din ên teknolojiye de jî Türkiyeyê amûrên teknolojik, bi derfetên xwemalî hilberîne û were wê astê ku îxracî dewletên din bike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE