Ciwanê Hakkariyî wê beşdarî TEKNOFESTê bibe

Ciwanê Hakkariyî Savaş Tatlı bi projeya balafira rêwiyan beşdarî pêşbaziyê dibe.

Ciwanê Hakkariyî wê beşdarî TEKNOFESTê bibe

Ciwanê Hakkariyî Savaş Tatlı bi projeya balafira rêwiyan dawetî TEKNOFEST'ê hat kirin. Walî û Cîgırşaredarê Bajêr İdris Akbıyık, Savaş Tatlı li meqamê xwe kir mêvan. Walî got jı bo ku di TEKNOFESTê de bi ser keve çi hewce be em ê bikin.

Her sal li seranserê welêt gelek ciwan bi projeyên teknolojîk beşdarî TEKNOFEST’ê dibin.

Ciwanê Hakkariyî Savaş Tatlı jî li ser balafirên rêwiyan projeyek çêkir. Ew bi vê projeyê dawetî TEKNOFEST’ê hat kirin.

Walî û Cîgirşaredarê Hakkariyê İdris Akbıyık, Savaş Tatlı dawetî meqamê xwe kir.

Ciwanên me di warê teknolojiyê de pir bi qabiliyet in. Birayê min Savaş jî wê tevlî TEKNOFEST’ê bibe û bajarê me bide nasîn. Em jî piştgiriyê didin ciwanan.”

Tatlı ji bo vê projeyê bi qasî 3 mehan xebitî. Wî ji bo piştgiriyê sipasî walî û rayedaran kir.

Savaş di navbera 22 û 27ê Îlonê de wê li Entabê beşdarî TEKNOFEST’ê bibe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE