Li Batmanê êdî çop beredayî naçe û dibe ceyran. Şaredarî li navenda entegre ya bermayiyan ji çopê ceyranê çêdike.
Bermayî dibe çop, çop jî dibe ceyran...
Li Batmanê tesîsa entengre ya bermayiyan her roj ji çopê ceyranê çêdike.
Şaredariya Batmanê tesîs bi modela çêke, bide kirin û dewr bike daye avakirin.
Tesîs rojê bi tonan çop dihêre. Li gorî sistemê ji çopa berhevkirî gaza metanê derdikeve, ji vê gazê jî ceyran tê çêkirin.
Ceyrana ku li tesîsê tê hilberîn tê firotin şîrketa ceyranê ya Batmanê.
Bi saya vê navendê dahata şaredariyê jî zêde dibe.