Cureyeke nû ya buxikan

Buxika ku li Mehserta Mêrdînê hat tespîtkirin li cîhanê cara ewil tê dîtin.

Cureyeke nû ya buxikan

Li Mehserta Mêrdînê cureyeke buxikan hat tespîtkirin. Ev cureyê buxikan li cîhanê cara ewil li Tirkiyeyê hatiye tespîtkirin. Li ser buxika bi navê "Fîtokorîs Îyrîbozî" Li Zanîngeha Firadê ya Elezîzê lêkolîn tên kirin.

Li cîhanê cara ewil cureyeke buxikan hat tespîtkirin. Buxika bi navê " Fîtokorîs Îyrîbozî " li Mehserta navçeya Mêrdînê hat dîtin.

Paşnavê Wezîrê Berê yê Çandiniyê Nîhat Şevkî Îyrîboz wekî navê buxikê danîn. Li Zanîngeha Firadê ya Elezîzê li ser lêkolîn hatin kirin.

Hat tespîtkirin ku ev cureyê buxikan li cîhanê cara ewil li Tirkiyeyê hatiye dîtin.Gelo ev buxik çi dixwe, wê piştî lêkolînan were tespîtkirin.

Prof. Dr. İnanç Özgen got, ‘’Em hêvî dikin ku em cureyên nû bibînin. Ev ji bo faûnaya buxikan a herêma me gelek girîng e. Ev cure di nav baxçeyê gilyazan de hat tespîtkirin. Lê tespîtkirina wê hêsan nebû. Piştî lêkolînan em ê ragihînin ku ev buxik çi dixwin.

Niha ev cure li Muzeya Lodos Entomolojiyê ya Îzmirê tê parastin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE