Dawetî TEKNOFEST’ê kirin

2 keçikên Ercişî bi makêta xwe ya balafira bêmirov wê tevlî kampa TEKNOFEST’ê bibin.

Dawetî TEKNOFEST’ê kirin

Li Ercişa Vanê 2 xwendekarên keçik makêta balafira bêmirov çêkirin. Serokê TEKNOFEST’ê Selçuk Bayraktar herdu keçik dawetî kampa TEKNOFEST’ê kirin.

Elif Ayhan û Ruken Ölmez li Ercişa Vanê bi piştgiriya mamosteyên xwe makêteke balafirên bêmirov çêkirin.

Makêta keçikên Ercişê li ser medyaya civakî gelek caran hat parvekirin.

Herî dawî Serokê TEKNOFEST’ê Selçuk Bayraktar jî makêt li ser hesabê xwe parve kir.

Bayraktar, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got, ”Em salekê li ser vê projeyê xebitîn. Selçuk Bayraktar li vîdeoya me temaşe kiriye. Em dawetî kampa li Stenbolê kirin. Em pir kêfxweş in.”

Rêvebiriya TEKNOFEST’ê keçik dawetî kampa TEKNOFEST’ê kirin.

”Ji Teknofestê telefonê bavê min kirin û em dawet kirin. Em ji bo vê dawetê gelek sipas dikin.”

Qeymeqamê Ercişê çû dibistana keçikan, diyarî da wan û ew pîroz kirin.

Malbatên keçikan jî ji bo serkeftina zarokên xwe pir kêfxweş û serbilind in.

Keçikên Ercişê wê tevli Kampa TEKNOFEST’ê ya 15 rojan bibin û danasîna makêta xwe bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE